Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan û Semra Kuytul hatin desteserkirin
Di operasyona ku li Edeneyê li dijî Weqfa Furkanê hat kirin de, tevî Serokê Damezrîner Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul, gelek endamên weqfê jî hatin desteserkirin.
Li pêşiya mala Serokê Damezrîner ê Weqfê Alparslan Kuytul gelek polîs hene û li malê lêgerîn hat kirin.
Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul jî di nav de, gelek endamên weqfê hatin desteserkirin.
Alparslan Kuytul û hevjîna wî Semra Kuytul û endamên weqfê di nav tedbîrên berfireh ên ewlehiyê de ji bo kontrola tenduristiyê birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Edeneyê. Piştî kontrola tenduristiyê, ew birin emniyetê.
Oktay Saral kiribû armanc
Alparslan Kuytul di rojên borî de vîdeoyek parve kiribû û li ser operasyona li dijî Suleymanciyan weha gotibû:
"Dive dewlet jî, hikûmet jî fêr bibe ku nikare her cemaetê bêdeng bike. Dive fêr bibe ku nikare ji bo her derî qeyûm peywirdar bike. Gelo dê dewlet biryar bide ka kî bibe serokê cemaetê?"
"Sersêwirmendê Serokomar Oktay Saral jî li dijî van gotinên Kuytul derketibû û gotibû, “Kuytulê bazirganê ol û fitnekar!”
Alparslan Kuytul kî ye?
Alparslan Kuytul di sala 1965an de li Edeneyê ji dayik bûye. Perwerdehiya xwe ya lîsansê di Beşa Endazyariya Avahîsaziyê ya Fakulteya Mîmarî û Endazyariyê ya Zanîngeha Çukurovayê de qedand.
Paşê çû Misirê û di navbera salên 1993-1997an de di Beşa Hiqûqa Îslamê ya Fakulteya Şerîatê ya Zanîngeha El-Ezherê de xwend.
Kuytul di sala 1988an de Pertûkxaneya Kardeşlerê damezirand. Di sala 1994an de jî Weqfa Perwerde û Xizmetê ya Furkanê ava kir.
Hevjîna Alparslan Kuytul, Semra Kuytul jî di nav navên sereke yên weqfê de tê nîşandan.
Kuytul di 30ê Kanûna Paşîna 2018an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê de hatibû desteserkirin û di çarçoveya heman lêpirsînê de di 9ê Sibata 2018an de ew û 4 kesên din hatibûn girtin. Her weha di sala 2020an de jî beraet kiribû.
Kuytul di Gulana 2022an de hatibû girtin û di Hezîrana 2023an de hatibû tehliyekirin.
(FY/AY)