Operasyonek din li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê a ku di hedefa hikûmetê de ye, hat destpêkirin. Rêvebirê Giştî yê IETTê Îrfan Demet jî di nav de ji bo 25 kesan bi îdiaya ku "di îhaleyên İSFALT û İETTê de sextekarî kirine” biryara desteserkirinê hate dayîn.
Piştî îfadeyên poşmaniyê yên Aziz Îhsan Aktaş lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de li Stenbol, Antalya, Çanakkale, Trabzon, Bursa û Gîresûnê operasyonên hevdem pêk hatin. Heta niha bîst kes hatine desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de 25 kes bi îdiaya ku "di îhaleyên İSFALT û İETTê de sextekarî kirine” têne tawanbarkirin.
Kesên ku biryara girtina wan hatiye dayîn û çapemeniyê navên wan nivîsandiye, ev in:
Îrfan Demet – Rêveberê Giştî yê IETTê
Kazım Taylan Sever – Serokê Beşa Çakkirin û Lênêrîna Wesayîtan
Halil Îbrahim Kaya – Rêveberê Qeraja İkitelli
Ali Haydar Topçu – Rêveberê Jimêryariyê
Şeymus Oral – Serokê Beşa Karûbarên Darayî
(EMK/AY)
