Operasyonên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) berdewam dikin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve tê meşandin de, ji bo 14 kesan biryara desteserkirinê hate dayîn.
Serdozgeriyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û weha got: "Taner Çetin, Serokê Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji dema Şaredariya Beylikduzuyê ve bi Ekrem Îmamoglu re têkiliyê wî heye. Piştî ku Îmamoglû bû şaredarê Stenbolê, Taner Çetîn bi Murat Ongun re ketiye nava gendeltiyan. Her weha ev bûye mijara lêpirsînê.”
Her weha nêzîkî 14 karmendên IBBê, nûner û karmendên şîrketan ji ber ku di îhaleyên gendeltiyê cihgirtine , derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û heta niha 13 kes hatine desteserkirin.
14 kes bi tohmeta ku endamên rêxistinê, sextekarî di îhaleyan de kirine, bertîl û sextekariyê tên sûcdarkirin.

Li dijî Şaredariya Stenbolê operasyoneke nû: Biryara girtina 25 kesan hat dayîn
Kesên hatin desteserkirin ev in: Hevjîna Taner Çetîn Canan Çetîn û kurê wî Orsan Çetîn, Dogukan Arici, Îlkay Onok, Baran Yalgi, Emîne Merve Koseoglû, Omer Aydin, Ûmît Gungor, Ferhat Karatop, Mehmet Unal, Serkan Gursoy, Ali Arslan, Ahmet Işık.
Lêgerîna ji bo desteserkirina Ozer Yildiz didome.
(HA/AY)

