Di çarçoveya lêpirsîna “gendeltî” ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) daye destpêkirin de gelek kes hatin desteserkirin.
Di 3emîn pêla operasyona desteserkirinê de Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a ÎBBê Taner Çetîn jî di nav de 22 kes hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku Cîgirê Şaredarê Çeşmeyê Onur Gulîn û asîstana Taner Çetîn a bi navê Arzu Can jî hatine desteserkirin.
Navên hin kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine desteserkirin ev in:
“Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a ÎBB’ê Taner Çetîn, asîstana Taner Çetîn Arzu Can, Midûra Têkiliyên Karên Gel re Serap Karay, Cîgirê Midûra Têkiliyên bi Gel re Mûstafa Karaoglû, Mûsa Ozişik, Cîgirê Şaredarê Çeşmeyê Onur Gulîn û Cîgirê Şaredarê Avcilaê Mehmet Mandaci.”

