Serdozgeriya Komarî ya Seferîhîsarê, di çarçoveya lêpirsînê de îdia kir ku karmendên şaredariyê û hin karsazan di karûbarên avahîsazî û îmarê de gendeltî kirine û bertîl dane hev.
Bi fermana dozgeriyê ji bo 48 gumanbaran biryara desteserkirinê hatiye derxistin. Ji ber vê yekê operasyon hat kirin û di encamê de 43 gumanbar hatin desteserkirin.

Şaredarên Balçova û Seferîhîsarê yên CHPyî hatin desteserkirin
Di lêgerînên li navnîşanên gumanbaran de dest danîn ser wan materyalên ku di çarçoveya lêpirsînê de wekî delîl hatin nirxandin. Hat ragihandin ku xebatên ji bo girtina 5 gumanbarên ku li navnîşanên xwe nehatine dîtin berdewam dikin.
Çi bibû?
Di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" ya li dijî Şaredariya Seferîhîsara Îzmîrê de, di Gulan û Hezîranê de di sê operasyonên cihêreng de gelek karmendên şaredariyê, endamên meclisê û karsaz hatibûn desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbarên ku di nav wan de Serokê Şaredariya Seferîhîsarê İsmail Yetişkin jî hebû hatibûn girtin.
(FY/AY)
