Li Mûglayê, vê sibehê polîsan li dijî Şaredariya Mîlasê operasyonek li dar xist. Dema ku polîsan li şaredariyê lêgerîn pêkanîn, ketin û derketinên avahiyê hate rawestandin.
Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de Şaredarê Mîlasê Fevzî Topûz û kurê wî Dorûk Topûz jî di nav de derbarê 35 kesan de bi îdiayên weke, “bertîl” û “gendeliya îhaleyan” biryara desteserkirinê hate dayîn.
Li Şaredariya Çukurovayê jî 44 kes hatibûn desteserkirin
Duh (19ê Cotmehê) li Edeneyê li hemberî Şaredariya Çukurovayê operasyon hatibû kirin. Serokê Şaredariyê Emrah Kozay jî di nav de 44 kes hatibûn desteserkirin.

Li dijî Şaredariya Çukurovayê operasyon hat kirin: Gelek kes hatin desteserkirin
19 Cotmeh 2026
(FY/AY)
