Di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Şaredariya Eyupsultanê ya Stenbolê tê meşandin de vê sibehê operasyon hat kirin. Di operasyonê de Serokê Şaredariyê Mithat Bulent Ozmen jî di nav de 28 kes hatin desteserkirin.
Operasyon bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û ji aliyê ekîbên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî ya Rêveberiya Emniyetê ya Bajarê Enqereyê ve hat kirin.
Di operasyonê de 28 kes hatin desteserkirin û ji wan 23 kes karmendên dewletê ne.
Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbar bi "endamtiya rêxistina sûc", "bertîlgirtin", "bertîldan" û "gendeltiya di îhaleyê de" hatin tohmetbarkirin.
Di çarçoveya operasyonê de li avahiya xizmetê ya Şaredariya Eyupsultanê jî lêgerîn hat kirin.
Li gorî agahiyên ku Halk TVyê ragihandine, tê çaverêkirin ku Serokê Şaredariyê Mithat Bulent Ozmen ê ku hatibû desteserkirin birin Enqereyê.
Navên 28 kesên ku hatine desteserkirin wiha ne:
(EMK/AY)
