Li Enqereyê li hemberî Şaredariya Etimesgutê ya CHPyî operasyoneke nû hat kirin.
Di operasyona ku saetên sibehê de hat encamdan de, Cîgirên Serokê Şaredariyê Fikret Gozuoglu û Gultekin Bayindir jî di nav de, ji bo 25 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li dijî Şaredariya Etimesgutê operasyon: Beşikçioglu jî di nav de 52 kes hatin desteserkirin
Serokê Şaredariyê di Tebaxê de hatibû girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku berê li hemberî Şaredariya Etimesgutê hatibû destpêkirin de Serokê Şaredariyê Erdal Beşikçioglu jî hatibû girtin.
Lêpirsîna bi sûcdariyên “gendeltî”, “bertîl” û “avakirina rêxistinê bi armanca pêkanîna sûc” tê birêvebirin. Beşikçioglu jî di nav de 40 kes di 3ê Tebaxê de hatibûn girtin.
Wezareta Karên Navxweyî roja ku Beşikçioglu hatibû girtin ji wezîfeyê dûr xistibû.
Di meha Adarê de jî operasyon hatibû kirin
Şaredariya Etimesgutê di meha Adarê de jî bibû mijara lêpirsînekê.
Di çarçoveya lêpirsînê de çar kes hatibûn desteserkirin.
Serokê Şaredariyê ê wê demê Erdal Beşikçioglu, piştî operasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku gilîkerê ku bûye sedema lêpirsînê bi xwe şaredarî ye.
(NÖ/AY)
