Di lêpirsîna bertîl û gendeliya îhaleyan ya li dijî Şaredariya Esenyurtê de ji bo 19 kesan biryara desteserkirinê hat derxistin. Ji bo Şaredariya Esenyûrtê di sala 2024an de qeyûm hatibû wezîfedarkirin û ji wê rojê qeyûm birêve dibe.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de hat îdîakirin ku di hinek îhaleyên şaredariyê de gendeltî hatiye kirin û di vê çarçoveyê de ji karsazan bertîl hatiye girtin. Ji 19 kesên ku biryara desteserkirinê ji bo wan hatibû derxistin, jê 17 kes di operasyonê de hatin desteserkirin.

Ji bo Şaredariya Esenyurtê qeyûm hat wezîfedarkirin
Pêvajoya tayînkirina qeyûm
Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de namzetê CHPê bû û piraniya dengan bi dest xist û bû Şaredarê Esenyûrtê.
Di 30ê Cotmeha 2024an de Serokê Şaredariya Esenyûrta Stenbolê Ahmet Ozerê ku ji CHPê hat hilbijartin di serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin.

Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin
Her weha Ozer di 31ê Cotmehê de jî bi tohmeta ku "endamê rêxistina terorê ye" hatibû girtin.
Wezareta Navxweyî heman rojê Alîkarê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wek qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê erkdar kiribû.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya têkildarî tayînkirina qeyûm de weha gotibû:
“Şaredarê Esenyurtê Ahmet OZERê ku di çarçoveya lêpirsîna bi hejmara 2024/162302 ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta ku 'Endamê Rêxistina Terorê ya Çekdar PKK/KCKê ye' hat girtin. Li gorî xala 127an a Destûra Bingehîn û xala 47an a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve weke tedbîreke demkî ji wezîfeyê hat dûrxistin.”
“Li gorî xalên 45 û 46an ên Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393an Alîkarê Waliyê Stenbolê Can AKSOY ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve weke qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê hat tayînkirin.”

Şaredarê Esenyûrtê yê CHPê hat desteserkirin
(FY/AY)
