Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê îdiayên "di navbera salên 2021-2024an de di xerciyên konserên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve hatine lidarxistin de, zerera qada giştî çêbûye" lêpirsîn da destpêkirin.
Operasyon ji aliyê Şaxa Darayî ya serbi Emniyeta Enqereyê ve pêk hatiye. Di encama operasyonê de 13 kes hatine desteserkirin.
Serdozgeriyê derbarê lêpirsînê de weha gotiye:
"Li gorî rapora ku ji aliyê Mufetîşiya Mîlkiyeyê ya Wezareta Navxwe ve hatiye amadekirin, lêkolîna MASAKê, lêkolîna Dîwana Kontrolê û raporên pisporan hatiye tespîtkirin ku di 32 xizmetên konseran de, îdareyê 154 milyon 453 hezar 221,60 lîre zerer dîtiye."
Di nav kesên ku hatine desteserkirin de birêvebirên berê yên Daîreya Kar û Barên Çand û Civakî ya Şaredariya Enqereyê jî hene.
(AB/AY)
