Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya İzmirê ve li dijî Şaredariya Bayrakliyê û saziya girêdayî wê BAYBEL A.Şyê tê meşandin de, serê sibehê operasyon hat kirin.
Di operasyonên hevdem ên Şaxa Têkoşîna li Dijî Sûcên Darayî û Îstîxbaratê yên Rêveberiya Emniyeta İzmirê de, ji 48 kesên ku biryara desteserkirinê ji bo wan hatibû derxistin 45 kes hatin desteserkirin.
Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Serokê Berê yê Şaredariya Bayrakliyê Serdar Sandal û Seroka Navçeya Bayrakliyê ya CHPê Didem Gultekin jî hene.
Serdozgeriya Komarê ya İzmirê aşkere kir ku lêpirsîn bi îdîaya “Ji bo pêkanîna sûc avakirina rêxistinê”, “bertîl” û “gendeltî” tê meşandin.
Di nav kesên ku biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye derxistin de ji xeynî rêveber û xebatkarên ku berê di şaredarî û şirketên şaredariyê de xebitîne, rayedar û xwediyên şirketên cuda jî hene.
(HA/AY)
