Îro sibehê li dijî Şaredariya Bakirkoyê ya Stenbolê operasyonekî pêk hat. Polîsan bi ser şaredariyê de girt û hê jî di nava şaredariyê de lêgerîn didome.
Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê derbarê operasyonê de daxuyanî da. Serdozgeriyê diyar kir ku bi sedema “bertil û gendeliyê” operasyonekî daye dest pê kirin. Li gorî daxuyaniyê di çarcoveya operesyonê de derbarê 68 kesan de biryara desteserkirinê hatiye danîn. Her weha di nava wan de cîgirên serokê şaredariyê û endamên meclisa şaredariyê jî hene.
Heta niha 5 cîgir û 2 endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 37 kes hatine desteserkirin.
(Mİ/AY)
