Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li bajarê Zurihê ya Switzerlandê duh ber bi êvarê li dijî mizgeftek êriş hat kirin. Di encama wê êrişê de 3 kes birîndar bû. Hat ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviye û hêj nehatiye girtin.
Tê diyarkirin ku di encama wê êrişê de 3 kesên Somaliyî birîndar bûne.
Mizgefta Islamisches ku êriş lê pêk hatiye ji hêla polîsên Switzerlandê ve hatiye dorpêçkirin.
Li derdora mizgeftê xebatên lêgerînê didomê. Di wan lêgerînan de li ber Pira Gessnerê cenazeyek gat dîtin. Heta niha polîsan derbarê nasnameya cenzayê de ti agahî neda.
(ÇT/YO)