Li dijî kesayetên navdar operasyon: Bêyî biryara desteserkirinê, birin ji bo îfadeyê
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê aşkere kir ku derbarê kesên navdar de bi tohmeta ku "tiryak û maddeyên hişbir bikar anîne" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Buroya Lêpirsîna Sûcên Aborî, Narkotîk û Qaçaxçîtiyê a Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê keseyatên navdar de bi tohmeta ku "tiryak û maddeyên hişbir bikar anîne" lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê tîmên cendirmeyan operasyonek li dijî wan kesan pêk anî.
Di operasyonê de, Dilan Polat, Engin Polat, İrem Derici, Kubilay Aka, Kaan Yildirim, Hadise Açıkgöz, Berrak Tüzünataç, Duygu Özaslan Mutaf, Demet Evgar Babataş, Zeynep Meriç Aral Keskin, Özge Özpirinçci û Mert Yazıcıoğlu girtin û ji bo îfade û nimûneyên xwînê bigirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.
Her çiqas kesayetên navdar ji bo îfadeyê ji malên wan hatibin derxistin jî, li gorî Ajansa Anadoluyê derbarê wan de ti biryarek desteserkirinê nîne.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.