Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) operasyoneke nû li dar xist.
Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsîna “bertîl û gendeliyê” de, bi îdiaya ku “di îhaleyan de gendeltî kirine” li dijî 13 kesan operasyoneke hemwext pêkanî.
Serokê Daîreya Kirînê ya İBByê Mustafa Sokmen, Rêvebirê berpirsiyar ê ji Xwaringehên Bajar Ali Toy, Seroka berê ya Daîreya Karên Darayî ya İBByê Neslihan Vural û Rêveberê Zabiteyan Gokhan Firtina jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Di operasyonê de 12 kes ji aliyê Rêveberiya Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Darayî ya Stenbolê ve hatin desteserkirin. Hat zanîn ku kesek jî li derveyî welat e.
(EMK/AY)
