Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) di 9ê Mijdarê de avabûna xwe ragihandibû. Vê sibehê(17ê Mijdarê) li dijî HEVBENDÎyê operasyon hat kirin.
Di operasyona li hemberî HEVBENDÎyê de, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî Parêzer Hesen Dagtekîn, birêvebirê PÊLKURDê Fuad Onen, nûnerên kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî Alî Oncu û Rojbîn Bukun û li Amedê jî Alî Çeven, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Aryan Serhed û Alî Aydin hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê operasyon li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê li hemberî 51 kesan pêk hatiye.
Ew hemû kes di meclisa HEVBENDÎ'yê de cih digrin.
PSK: “Ev zext nikarin me bitirsînin”
Meclisa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) têkildarî operasyonê daxuyanî da. PSKyê teqez kir ku ev êrişên li dijî HEVBENDÎyê berdewamiya polîtîkayên zext, înkar ûtunekirina nasnameya neteweyî ne ku li dijî gelê Kurd tên meşandin.
Meclisa Partiyê ya PSKyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Divê ev yek baş were zanîn, ev zext û zordestî û desteserkirina birêvebirên me nikarinme bitirsînin û ji têkoşîna xwe dûr bixin. Em dê heta ku gelê Kurd mafên xwe yênneteweyî û demokratîk bi dest bixe, bi hev re û bi hemû aliyên welatparêz re têkoşînaxwe bidomînin.”
Banga ji bo helwestgirtinê
PSKyê bangî hemû hêz, kesayetî û aliyên xwedîhest kir ku li dijî êrişên li serHEVBENDÎyê dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin û got:
“Zext û zordestî nikarin me ji têkoşîna xwe vegerînin. Em dê piştgirî û xwedîlêderketinaxwe ya li HEVBENDÎyê bidomînin.”
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çi ye?
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ji aliyê partî, tevger, kom, saziyêncivakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve bi biryarekehevbeş hatiye avakirin.
Hevbendî bi beşdariya Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê, PÊLKURD, Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), PartiyaWelatparêzên Kurdistanê (PWK) û kesayetên serbixwe pêk hat.
Hevbendî 9ê Çiriya Paşîn li Amedê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Di konferansa damezirandinê de 170 siyasetmedar amade bûn û encumeneke 51 kesîhat avakirin.
(FY/AY)
