Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Qaymeqamiya Beyoglûyê xwenîşandana Roja Têkoşîna Navnetewî Ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan a Platforma Jinan a 25ê Çiriya Paşiyê ya Stenbolê qedexe kiriye, jinan banga çûna ji bo Taksîmê kiriye.
Qaymeqamiya Beyoglûyê duh (24ê Çiriya Paşiyê) biryar dabû ku xwenîşandan were qedexekirin. Platformê li dijî biryara qedexekirinê daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye:
“Bi qedexekirina Roja Têkoşîna Navnetewî Ya Li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan re tundkariya ku her roj hemû jin pê re rûbirû dibin, ji holê radike.
“Ne ji bo cîhaneke ku jin, lê tundkariya mêran lê were astengkirin, em bang dikin û dibêjin xwedî li 25ê Çiriya Paşiyê derkevin û derkevin kolanên Taksîmê; em banga xwe dubaredikin.”
Par jî destûr nehatibû dayîn
Xwenîşandanan jinan par jî rastî astengiya polîsan hatibû û polîsan bi gazê êrîş biribûn ser jinan.
Polîsan destûr nedabû meşa ku wê heman rojê li Kadikoyê pêk bihata. (TP/FD)