Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûrî hefteya borî biryar girtibû û gotibû ku akademîsyenên belavoka bi navê “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” îmze kirine nabe bên cezakirin û mafên wan ê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Piştî ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kirine ceza li wan hatibû birîn, 10 akademîsyenan serî li Dadgeha Destûrî dabû.
Li dijî vê biryara Dadgeha Destûrî, ji zanîngehên cuda cuda yên Tirkiyeyê 1071 akademîsyenan belavokek belav kiriye.
Di belavokê de bertek nîşanî biryara Dadgeha Destûrî hatiye dane û belavoka Akademîsyenên Aştîxwaz weke “qaşo belavoka aştiyê” hatiye binavkirin. Her weha hatiye gotin ku biryara Dadgeha Destûrî bîranînên şehît û gaziyan diêşîne û ûcdanan birîn dike. Di belavokê de biryara Dadgeha Destûrî, weke “biryareke skandal” hatiye nirxandin.
Sê zanîngehan serkêşiya belavokê kiriye
Piştî biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê Akademîsyenên Aştîxwaz de, rêveberiya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê, Zanîngeha Aydinê ya Stenbolê û Zanîngeha Medeniyetê ketibû nava liv û tevgerê. Belavoka ku akademîsyenan îmze avêtine binê wê û metna her sê rektorên zanîngehan heman metn e.
Zanîngeha Agiriyê bi kongreya Taylandê ketibû rojevê
Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê, di meha Kanûna Paşiyê de kongreyek li Taylandê saz kiribû û ev kongre ketibû rojevê. Li gorî nûçeya Kenan Bûtakinê ji rojnameya Kararê, Zanîngehê li Bangkok, paytexta Taylandê ‘kongreya zanistên civakî’ li dar xistiye. Lê ji ber ku hemû beşdarên kongreyê ji zanîngehên Tirkiyeyê bûne, ev bûye mijara nîqaşê. (HA/FD)