Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku biryara qedexeyê ji bo 136 malperên înternetê û hesabên medyaya civakî hate dayîn, li ser malpera change.orgê kampanyayek îmzeyan dane destpêkirin. Kampanya bi sernavê Bi sernavê “Bila bianet neyê girtin, nabe mafê azadiya wergirtina nûçeyan bê astengkirin” dest pê kiriye.
Di metnê kampanyayê de wiha hatiye gotin:
“bianet ruyê alternatîv ê dahatûya ronî yê nûçegihaniya bêalî, azad û rast e. Em li ser biryara astengkirina hemû naverok bianetê şaşwaz û matmayî ne. Nabe ku mafê me yê standina nûçeyên rast û rastîn bê astengkirin; em azadiyê ji bo bianetê û hemû kanalên nûçeyan ên dijîtal dixwazin ku hatine reşkirin û astengkirin. Em dixwazin ev biryara 3yem Dadweriya Silh û Cezayan a neheq demek berî demekê rabe! #bianeteözgürlük (Azadî ji bo bianetê), #özgürmedyasusturulamaz (Nabe medyaya azad bêdeng bikin)”
3yem Dadweriya Sil û Cezayan a Enqereyê, li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, di 16ê Tîrmehê de biryara astengkirin û qedexekirina 135 navnîşanên înternetê derxistibû. Li gel hesabên medyaya civakî yên Facebook, Instagram, Twitter, Youtube û Pinterestê malperên înternetê jî hatibûn astengkirin. Bianet.org jî yek ji wan navnîşanan e. (AO/FD)