Ji duh ve li sînorê parêzgeha Duhokê ve pêleke bihêz a barîna baranê dest pê kiriye û ji ber wê yekê li Duhok, Zaxo, Amêdî, Akrê û Sêmêlê lehiyên mezin rabûn.
Li gor zanyariyan, li hin taxên bajarê Zaxoyê, bilindiya asta ava lehiyê gihîşte nêzîkî metrekê. Herwiha asta ava rûbarê Xabûrê jî çend metran bilind bû û zirar gihande mal û avahiyên welatiyan în li Taxa Pîşesaziyê .
Li bajarê Duhokê jî li hin taxan asta ava lehiyê heta nîv metreyê bilind bû.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Huner Reşîd ragihand, lehiya roja bihorî li sînorê parêzgeha Duhokê bûye sedema zirareke mezin û diyar kir, herî zêde lehiyê zirar li Taxa Berrojkê daye. Huner Reşîd got, ava lehiyê derbasî nav zêdetirî 100 dikan û 400 malên welatiyan bûye û tenê di kolaneke taxa Berrojkê de, lehiyê 48 otomobîl li hev xistine û ketine ser hev.
Welatiyek li Duhokê ku lehiyê otomobîlên wî û birayê wî birine, dibêje ku 21 sal e me lehiyeke bi vî awayî nedîtiye.
Her têkildarî zirarên lehiyê li sînorê Zaxoyê, peyamnêrê Rûdawê Yûsif Mûsa dibêje, heta niha termê wî xortê 20 salî ku duh di çemê Xabûrê de xeniqî, nehatiye dîtin.
Yûsif Mûsa diyar kir, li nav bazara Zaxoyê jî lehiyê zirar gihandiye zêdetir ji 100 dikanan. (FD)
* Çavkanî û fotograf: Rûdaw