Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Şirnexê li ser dîwarê poleke Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Ömer Keçecigilî mamosteyekî nivîsa “Ez ê bi Kurdî neaxivim” hat nivîsandin. Malbata xwendekarekî wêneyê nivîsê kişandiye û hat îdiakirin ku nivîs ji hêla mamosteyekî/mamosteyekî ku navê wî/wê nehatiye zanîn ve hatiye aliqandin.
“Xala 7emîn a Destûrê hatiye binpêkirin”
Parlamentera HDPyê ya Şirnexê mijar ji Wezîrê Perwerdeya Milî İsmet Yilmazî re pirsî. Îrmezê di pirsnameya xwe de ji Yilmazî re xwest ku bersiva van pirsan bide: “Kurdî kê nerihet dike?”, “Derbarê mamosteyê navborî de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin an na?”.
* Meyla netewperweriyê ya di demên dawiyê de di nava dersdêrên li bajarên Kurdan kar dikin de xuya dike, ji hêla we ve hatiye lêkolînkirin?
* Agahiya we ji wan hişyariyên neteweperwerî yên ku li dibistana navborî hatiye danîn heye yan na? Ji bo li dibistanên Şirnexê xwendekar bi Kurdî neaxavtin ti fermaneke we heye yan na?
* Ji bo birêveber û dersdêrên ku li Şirnexê tên wezîfedarkirin hûn çi prensîbên hêjayiyê esas digirin? Di nava van prensîban de krîtera neaxavtina bi Kurdî heye yan na?
* Li hemberî travmaya psîkolojîk a ku piştî qedexekirina zimanê dayikê di nava xwendekaran de derkeve ti xebata Wezareta we wê hebe?
* Hişyariya navborî ne binpêkirina xala 7emîn a Destûrê ye ku dibêje “Karmend… dema wezîfeya xwe tînin cî, nikarin cidakariyên weke ziman, nîjad, zayendî, fikrên siyasî, baweriya felsefî, ol û baweriyan bikin”. (PT/FD)