Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dewra perwerdeyê ya salên 2015-2016ê îro qediya. Hevdeh milyon û 588 xwendekar dê îro encamnameya dewra xwendinê bistînin.
Xwendekar dê piştî keda salekê encamnameya xwe bistînin û nêzîkî sê mehan bikevin di bêhnvekirina(betlaneya) havînê de.
Sefa/pola 8.
Xwendekarên sefa 8. dê bi biryareka navendî li 29ê Hezîranê li dibistanan bêne bicihkirin.
Puanên xwendekarên sefa 8. dê li 29ê Hezîranê bê ragihandin.
Xwendekar dê li 15-25ê Tîrmehê hilbijêrin ka ew ê biçin kîjan lîseyê.
Li 8 Tebaxê dê eşkere bibe ka kîjan xwendekar ji bo kîjan lîseyê hatiye qebûlkirin.
Ezmûnên Zanîngehan
Ji bo derçûyîyên lîseyan dema betlaneyê dê zû dest pê neke.
Derçûyîyên lîseyan dê ji beriya betlaneyê têkevin Ezmûna Bicihbûna di Lîsansê de(LYS).
LYS-4 dê li 18ê Hezîranê, roja Şemiyê be, LYS-1 dê li 19ê Hezîranê, li roja Yekşemê be, LYS-2 û LYS-5 dê li 25ê Hezîranê li roja Şemiyê be û LYS-3 dê li 26ê Hezîranê li roja Yekşemê be.
Dewra nû dê li meha Îlonê be
Dewra perwerdeyê ya sala 2016-2017 dê li 19ê Îlonê dest pê bike û dê li 20ê Kanûna Paşiyê ya 2017ê biqede. (YY/MB)