Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro 4ê Çiriya Pêşiya 2022an e.
Di 3ê Çiriya Pêşiya 2013an de di encama binavbûna keştiya penaberan a li peravên girava Lampedusaya Îtalyayê 9 jê zarok 368 kes miribûn. Di ser wê bûyerê de 9 sal derbas bûye.
Ji wê demê û vir ve nêzî 25 hezar penaber ku hewl dabûn bi rêya Derya Spî xwe derbasî Ewropayê bibin mirine.
Şaxa Derya Spî ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) bi daxuyaniyekê ragihandiye ku hejmara penaberên di 9 salên piştî bûyera Lampedûsayê de mirine nêzî 25 hezaran e.
Li gorî nexşeya înteraktîf a ku IOMê parve kiriye, heta 4ê Çiriya Pêşiya 2022an hezar 823 penaber li Derya Spî mirine ango winda bûne.
Ji wan kesan jê hezar û 88 li Afrîkaya Navîn, 350 li peravên Afrîkaya Rojava, 236 li Rojhilatê Derya Spî û 149 jî li Rojavayê Deryaya Sipî mirine ango wenda bûne.
Hejmara kesên ku mirine ango winda bûne di sala 2021an de 3 hezar û 188, di sala 2020an de 2 hezar û 326, di sala 2019an de 2 hezar û 87, di sala 2018an de 2 hezar û 380, di sala 2017an de 3 hezar û 140 û di sala 2016an de jî 5 hezar û 305 kes bûye.
Her weha li gorî daneyên Wezareta Navxweyî a Îtalyayê, hejmara penaberên di navbera 1ê Kanûna Paşiyê-3ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi rêya deryayê hatine Îtalyayê 72 hezar û 252 kes e. Di heman heyama sala par de ev hejmar 47 hezar û 726 kes bûye.(SD/AY)