Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dema dengdana ji bo referandûma 16ê Nîsanê di sindoqên li derveyî Tirkiyê duh (9ê Nîsanê) bidawî hat.
Dengên ku hatin bikar anîn wê bi kuryeyên taybet, bi wezîfedarên ewlekariyê re bînin Tirkiyê û êvara referandûmê dest bi jimartina wan bê kirin.
Li gorî sazkirina Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) welatiyên Tirkiyê yên li Ewropayê dijîn, ji bo referandûmê di 27ê Adarê de dest bi dengdanê kiribûn.
Li deriyên sînor û balafirxaneyan jî di heman demê de dengdan destpê kiribû.
Li gorî daneyên nefermî di sindoqên li derveyî welêt de nêzîkî yek milyon û nîv deng hatine bikaranîn.
BIXWÎNE - HETA NIHA JI ÇARA YEKÊ DENGDÊRÊN LI DERVEYÎ WELÊT DENGÊN XWE BIKAR ANÎNE
Li 57 welatan sindoq hatin danîn
Li derveyî welêt bi giştî li 57 welatan, di 129 nûnertiyan de sindoq hatin danîn.
Hejmara dengdêrên li derveyî Tirkiyê 2 milyon û 927 hezar bûn.
Almanya di rêjeya dengdêran de bi yek milyon û 423 hezar dengdêran di rêza yekemîn de ye.
BIXWÎNE - WELATIYAN LI EWROPAYÊ JI BO REFERANDÛMÊ DEST BI DENGDANÊ KIR
Li DYAYê 35 hezar deng
Li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) dengdayîna di 1ê Nîsanê de destpê kiribû bidawî hat.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê li gorî daneyên nefermî li DYAyê bi giştî 32 hezar û 920 deng hatin bikar anîn.
(AS/FD)
Fotograf: Tolga Akmen, Londra / AA