Fotograf: AA
Pêvajoya dengdanê ya li derveyî Tirkiyeyê ya ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê, sibê wê destpê bike.
Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo hilbijartina 28ê Gulanê li 151 nunertiyên Tirkiyeyê yên li 73 welatan bi tevahî li 167 deveran wê sindoqan deynin.
Li nûnertiyên derveyê Tirkiyeyê pêvajoya dengdanê wê heta 24ê Gulanê dewam bike. Kesên ku nikaribin herin nûnertiyan û dixwazin dengên xwe bidin, heta 28ê Gulanê li deriyê sînor ên welatê lê dimînin dikarin dengên xwe bidin.
Piştî ku li çar aliyê derveyê Tirkiyeyê degndayîn qediya sindowan wê li gor rê û rêgezên YSKyê diyar kirine, bi kuryeyên dîplomatîk re wê bînin Tirkiyeyê.
Li Tirkiyeyê jî di 28ê Gulanê de wê hilbijêr dengên xwe ji bo tûra duyem a hilbijartina serokomariyê bidin û ji saet 17.00an pê ve, sindoqên ji derveyê Tirkiyeyê anîne jî tevlî yên li Tirkiyeyê wê bên vekirin. (FD)