Fotograf: Cihan Demirci - Edirne / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara kesên ku li derveyî Tirkiyeyê dengên xwe ji bo tûra duyem a hilbijartina Serokomariyê dane, bûye milyon û 500 û 26.
Tûra yekem a hilbijartinê di 14ê Gulanê de pêk hatibû. Ji ber ku ti namzetekî ji sedî 51 deng bidest nexistibû, wê tûra duyem a hilbijartinê pêk bê. Di tûra yekem de Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglû, Sînan Ogan û Mûharrem Înce ketibûn pêşbirkê. Mûharrem Înce, piştî ku li derveyî Tirkiyeyê pêvajoya dengdanê destpê kir, biryareke nû da û ji namzediyê vekişiya. Lê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) diyar kir ku ji ber pêvajoya dengdanê destpê kiriye, wê navê wî ji listeya dengdanê neyê derxistin. Di encama hilbijartina 14ê Gulanê de Recep Tayyîp Erdoganî ji sedî 49,52, Kemal Kiliçdaroglûyî ji sedî 44,88, Sînan Oganî ji sedî 5,17 û Mûharrem Înceyî jî ji sedî 0,43 deng bidest xistiye.
Pêvajoya dengdanê ya hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê di 20ê Gulanê de destpê kiriye. Hilbijêr dikarin li nûnertiyên li derveyî Tirkiyeyê û deriyên sînoran dengên xwe bidin.
Li gorî daneyên ku YSKyê weşandine, heta 22yê Gulanê saet 23.37 deqîqeyan, li van deveran milyon û 500 û 26 hilbijêran deng dane.
Li nûnertiyên derveyî Tirkiyeyê wê heta 24ê Gulanê, li deriyên sînoran jî heta 28ê Gulanê saet 17.00ê wê hilbijêr bikaribin dengên xwe bidin. (AS/FD)