Fotograf: Malpera Şaredariya Dêrsimê
Li bajarê Dêrsimê hatina sala nû li meydana Seyît Riza bi şahiya Gaxanê hatiye pîroz kirin. Elewî, şahiya Gaxanê li gorî salnameya hîcrî weke sersala nû qebûl dikin.
Şahiya Gaxanê her sal ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve tê lidarxistin û ji bo elewiyan weke sersala nû tê qebûlkirin. Herweha îsal ji ber pandemiyê weke temsîlî hatiye pîroz kirin.
Ji bo pîrozkirina şahiyê kalek û mêrekî xwe xistiye şûna bûkê, kesekî alîkar yê ser û çavên xwe reş boyax kiriye li kuçeyan geriyan û sala nû ya welatiyan pîroz kirine.
Piştî çalakiyên li taxan, ji bo pîrozkirina şahiya Khal, kom li Qada Seyîd Riza hatine ba hev.
Fatîh Mehmet Maçoglû, Şaredarê Dêrsimê, Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hunermend û gelek kes tevlî şahiyê bûne.
Derbarê Kal Gaxanê de
Kal Gaxan pîrozbahiyeke kevnar a Kurdên Elewî yên herêma Sêwaz, Dêrsim, Erzingan, Çewlig û Mûşê ye ku hebûna wê gihîştiye dema îroyîn.
Her çiqas derheqê koka peyva Gaxan lêkolînên zanistî nehatibin kirin jî, koka wê bi zazakî/kirmanckî ye û tê wateya navê mehê dawî ya salê. Bi vî havî; peyva gaxan bi zimanê kirmanckî/zazakî ye û tê wateya "meha kannû".
Bi pîrozbahiya kevneşopa Kal Gaxan xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nu tê pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Kal Gaxan di sêyemîn hefteya kanûnê de destpê dike û heya yekemîn hefteya çileyê berdewam dike. Şêşema pêşîn heya sê roj rojî tê girtin. Rojiya ku sê roj diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku dê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin.
Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û digel Xal Xek (kalê pîr) diçin diyarî kom bikin. Ew giş bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo! (Kal Gaxan li we pîroz be!) xwediyê malan silav dikin û stran û kilaman leystoka Xal Xek dilîzin, da ku diyariyên xwe bistînin. Gel wek diyarî behîv, gûz, mewij (tiriyê hişk), hêrûgên hiş û hwd didin zarokan. Xwarinên ku bi vî havî hatine komkirin li malekê têne kelandin, yên ber mayî jî ji malbatên feqîr re tên belawkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ardê ne. Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wek pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kek tê lîstin. (AY)
*Çavkanî: Malpera Şaredariya Dêrsimê, Rûdaw