Fotograf: AA / Arşîv
Li Dêrsimê, bi biryara Walîtiyê hemû cure çalakî û bername heta 15 rojan hatiye qedexekirin.
Walîtiya Dêrsimê biryara qedexeya çalakiyan li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye.
Walîtiyê di biryarê de belavbûna Covid-19ê û tedbîrên ji bo vê nexweşiyê weke sedema qedexeyê nîşan daye. Li gorî vê biryarê ji bilî bernameyên walîtî û qaymeqamiyan destûr dane, yên sazî û dezgehên fermî, cejnên fermî, rojên bîranînê yên fermî, merasîm û pîrozbahiyên fermî wê ji derveyî vê biryarê bin.
Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.
Biryara qedexeyê wê 29ê Çiriya Pêşiyê saet ji 00.01ê û bi şûn de dest pê bike û heta 15 rojan dewam bike. (FD)