Li Dêrsimê du leşker mirine, du jî birîndar bûne
Li Dêrsimê di navbera PKKiyan û leşkeran de şer derketiye. Di encamê de du çawişên pispor mirine.
![Li Dêrsimê du leşker mirine, du jî birîndar bûne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/209/266/original/dersimbb.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gundê Karşilar ê Dêrsimê duh bi şev, di navbera PKKiyan û leşkeran de şer derketiye.
Çar leşker di dema şerî de birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Çawişê pispor ê ji Kutahyayê Emre Uçkan û Okkeş Edeyê ji Osmaniyeyê li nexweşxaneyê mirine. Dermankirina du leşkeran berdewam dike.
Li gorî nûçeyên di rojnameyan de hatine weşandin, li herêmê operasyon berdewam dike. (AS/FD)