Li Pulurê cejna Gaxandê hatiye pîrozkirin. Pîrozbahiya Gaxandê bi beşdariya koma govendê ya bi navê Dewzera, welatî û esnafan li navenda navçeyê pêk hatiye.
Li gorî kevneşopiyê zilamek xwe dixe qilixê kalekî û yek xwe dixe qilixê bûkekê digel alîkarekî wan bi lêxistina dahol û zurnê direqisin û ji esnafan xwarinê berhev dikin û sersala welatiyan pîroz dikin.
Di lîstikê de hinek welatî hewl didin bûka kalo birevînin û kalo jî bi gopalê xwe bera wan dide.
Pîrozbahî di bin barîna berfê de bi dahol zurneyê û dîlanê dewam kiriye. Pişt re jî xwarinên ku hatin berhevkirin, li hola dawetê ya şaredariyê hat îkramkirin.
Ji koma govendê Emre Koçî got ku kevneşopa Gaxandê di nava çanda Elewiyan de ye û wiha pê de çû: "Em li sûk û bazarê li esnafan digerin, ev roj ji bo me pîroz e. Rojî tê girtin, loqme tên belavkirin, danûk tê kelandin û ji bo zêdebûna heywanan ew danûk li axur û goman tên daleqandin. Kevneşopa Gaxandê çalakiyeke derûnî ya qedîm e. Berê herkes li taxa xwe, li gundê xwe mal bi mal digeriyan, rûn, nan, ard berhev dikirin û dûv ra digel gundî taxeyiyan dixwarin û beşek wê jî li feqîran dihat belavkirin."
Derbarê Cejna Gaxandê de
Li Dêrsimê weke sersal tê qebûlkirin. Li gorî Salnameya Hicriyê tê pîrozkirin. Di çanda kurdên elewî de rojeke girîng e. Di vê rojê de mêrek an jî zarokek kur bi hiriyê riheke spî ji xwe re çêdike û xwe dixe şiklê kalekî ku navê wî Kalo ye, dîsa mêrek an jî zarokekî kur xwe dixe şiklê pîrekê ku navê wê Fato ye. Koma bi serpereştiya Kalo û Fatoyê derdikeve rê, li gund mal bi mal digerin û xwarinê kom dikin, govendê digerînin. (FD)
Fotograf: Sidar Can Eren / AA