Xebatên ji bo vemirandina şewata li daristanên navçeya Nazimiya Dêrsimê ji hewa û bejahiyê ve dewam dike.
Şewatê duh(6ê Tebaxê) li daristanên li quntara Çiyayê Zergavut a gundê Bostanliya navçeyê dest pê kiribû.
Li gorî nûçeya AAyê xebatên ku di kordînasyona Walîtiyê de tên kirin de 150 personelên ku serbi cendirme û Midûriyeta Rêveberiya Daristanê û endamên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirina Munzurê (MUDAK) ne cih digirin.
Ekîp bi tirmix, bêr û teviran midaxeleyî şewatê dikin.
Helîkoptereke tîpa S-70 a girêdayî Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan jî ji bo xebatên vemirandina agir piştgiriya hewayî dide.