Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtiya Dêrsimê aşkere kir ku 30 cihên bi ser Dêrsim û navçeyên wê Pulur, Pilemûriyê, Xozat û Nazmiyeyê ve girêdayî, di navbera 17 û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatine diyarkirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe ku di malpera înternetê ya fermî de kiriye wiha gotiye:
“Ji ber operasyona ku di çarçoveya têkoşîna dijterorê de tê meşandin, ji bo parastina can û mal û milkên gel, 30 cihên bi ser Dêrsim û navçeyên wê Pulur, Pilemûriyê, Xozat û Nazmiyeyê ve girêdayî, di navbera 17 û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatine diyarkirin.” (TP/FD)