Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî
Li Dêrsimê 11 herêmên din jî heta 9ê Hezîranê weke ‘herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin. Li gorî biryara walîtiyê bêyî destûra hêzên dewletê çûyîn-hatina li wan herêma hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê herêmên ku hatine qedexekirin di nav sînorê navenda Dêrsimê û navçeyên Nazimiye-Pulurê de ne.
Li Dêrsimê beriya niha li navend û 4 navçeyan 11 herêmên din jî dîsa heta 1ê Îlona 2016an hatibûn qedexekirin.
(YY/YO)