Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Hêzên Parastina Gel(HPG) ku baskê çekdar ê PKKyê ye bombeyek li rexa rêyê teqand, du leşker kuştin û sê birîndar kirin.
Êrîş di navbera gundên Elî Beg û Denktaşê de hatiye kirin.
Bombeya bi destî hatî çêkirin ji dûr ve hatiye teqandin. Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dêrikê tên dermankirin.(NV/MB)