Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Mêrdînê aşkere kiriye ku li taxên Çataltepe, Adak, Doganci û Develiyê yên navçeya Dêrikê heta fermaneke din, derketina derve hatiye qedexekirin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li van her çar taxan wê operasyon li dar bikeve. Nayê zanîn ku wê qedexe kengî bidawî bibe.
Bixwîne - Li Mêrdîn û Colemêrgê du leşker mirine
Mêrdîn duyem bajar e ku herî zêde qedexe lê hatiye ragihandin
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê eşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Tîrmeha 2019ê li 11 bajar û 51 navçeyan ya kêm 369 caran bi awayekê fermî derketina derve hatiye qedexekirin.
Li Amedê 214 caran, li Mêrdînê jî 54 caran biryara qedexeyê ya derketina derve hatiye dayîn.
Bandor li Milyonek û 809 kesan bûye
"Ji beriya qedexe bê îlankirin li gor serjimara 2014ê li cihên qedexe hatî îlankirin Milyonek û 809 kes dijîyan. Ev mafên wan hatine binpêkirin: Azadî, mafê ewlehîyê, azadîya dînî, mafê rêza li jiyanê."
Îro hatibû ragihandin ku li Dêrikê pevçûn di navbera leşkeran û PKKiyan de derketiye. Di encamê de leşkerek miriye. Piştî vê pevçûnê biryar hatiye ragihandin ku derketina derve were qedexekirin. (AS/FD)
* Fotograf: Walîtiya Mêrdînê