Êrîşên Artêşa Tirkan ên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) de berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li Taxa Azadiyê ya bajarê Dêrika Hemko ya Kantona Qamişloyê bi dronekê êrîşek pêk hatiye.
Li gorî zanyariyên destpêkê, zarokek 11 salî bi navê E.Ş. û jina bi navê Evîn Xelîl a 39 salî birîndar bûn. Birîndar birin nexweşxaneya bajarî û li wir ew tên dermankirin.
NPA: Fermandarê HSDyî mir
Ajansa Nûçeyan a Bakur (NPA) di nûçeyeke xwe de diyar kir ku fermandarekî payebilind ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama êrîşê de mir û jin û zarokek jî birîndar bûn. NPAyê di nûçeya xwe de navê fermandarî aşkere nekir.
Seredîtorê beşa erebî yê NPAyê Hoşeng Hasanî îdia kir ku kesê di dema êrîşê de miriye fermandarê HSDyê Şiblî Dêrik e.
Heta niha rêveberiya HSD û Rojavayê derbarê êrîşê û encamên wê de ti daxuyanî nedaye.
Operasyona li dijî DAIŞê koordine dikir
Li gorî çavkaniyên Malbenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî di êrîşa îro de fermandarê HSDyê Şiblî Dêrik bûye hedef.
Dêrik yek ji wan fermandaran bû ku tevî hêzên hevpeymana navdewletî, operasyonên li dijî DAIŞê koordîne dikir.
Par jî balafireke bêmirov a Tirkieyeyê êrîşek li dijî Şiblî Dêrîkî pêk anîbû. Dêrik di wê êrîşê de birîndar bûbû.
Tirkiyeyê îsal 92 caran êrîşî Rojavayê kiriye
Li gorî daneyên SOHRê, Tirkiyeyê ji sere salê û heta niha, 92 caran bi balafirên bêmirov êrîşî Rojavayê kiriye.
Di encama van êrîşan de 76 kes mirin, 84 kes jî birîndar bûn. (NT/FD)