Li Girava Axtamarê ya li Behra Wanê piştî restorasyona ku di sala 2005an de hatî kirin, li dêrê ayîna 14emîn pêk hat.
Di çav û diayên her kesên hatî tevli ayînê bûyî de ew kelecan, hesreta çanda gelê ermen jî berbiçav bû. Di ayînê de mûm hatin pêxistin, due hat kirin û îlahî hat xwendin.
Ayîna li Axtamaraya ku xwedî dîrokeke 1100 salê ye tê zanîn ku salê carek û di yekşema pêşîn a meha Îlonê de tê kirin.

Li Dêra Ahtamarayê dengê diayên bi zimanê ermenkî bilind bûn
Weke her sal îsal jî ji gelek welat û bajarên cur bi curî ermenî hatin tev li ayîna Axtamarayê bûn. Ayîna ku di pêşengtiya Patrîkxaneya Eemeniyan a li Tirkiyeyê Sahak Maşalyan ve pêk hatî 2 saetan berdewam kir.
Tê zanîn ku dêra Axtamarayê li kêleka mîrateya xwe ya dîrokî û çandî ji hezar salî zêdetire ku li ser nigan maye û heta roja îro her tim ew cihê xwe parastiye.
Dêra Surp Xaç a ku li Axtamarê ye ji bo dîrok û çanda Ermeniyan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di sala 1951an de bi fermana hukumeta biraya hilweşandina dêrê hatibû dayîn.
Xebatên hilweşandinê ku di 25ê Hezîrana 1951an de dest pê kiribû, bi hewldanên nivîskar Yaşar Kemal ku wê demê rojnamevanekî ciwan bû, hat rawestandin.
ji dema ayînê çend dîmenên cihêreng:





(WT/AY)





