Ev demek bû ku min jî dixwest hem serîkî li Aktamarê bixim û bibînim hem jî min bihîst ku ji ayîna ermeniyan re jî demek pir hindik maye, li bendê sekinîm. Dawiya dawî 7ê mehê hat û serê şeveqê zû ji bo em bigihêjinê, me berê xwe da ser rêya Westan (Gevaş)ê.
Piştî 40 deqeyê ji navenda Wanê ber bi Westanê em li keştiya Girava Ahtamarê siwar bûn û hêdî hêdî em gihaştin Giravê. Ji ber ayîna heyî sefer li ser seferê pêk hat. 20 deqe şûn de em li giravê peyabûn.

Ew cara yekem bû ku ez dihatim Ahtamarê. Hem kelecaniya giravê hem jî tevlêbûna min ayînê ya cara yekem, dikir ku ez kelecanî bibim.
Piştî hinek meşê me dît ku em li Dêra Surp Harpê li ayînê ne êdî. Ayîna ku li saet li 11:00an destpê kirî, encex li 14:00an qediya.
Tê zanîn ku her sal di meha îlonê de ji hundir û derveyî welat ermenî tên û di pêşengtiya Patrîka Ermeniyên li Tirkiyeyê li Dêra Surp Harçê ayîna xwe pêk tînin.
Di ayînê de îlahî û diayên bi ermenkî hatin kirin. Piştî îlahî, find û diayan Patrikê Sahak Maşalyan li giringiya dîroka Surp Harçê û pêşeroja mirovahiyê waz dan. Di destpêkê de bi zimanê ermenkî piştre jî bi tirkî axivî. Sahak Maşalyan û alîkarê wî Rahîb Kaspar Garabetyan, Epîskos Hovagim Manukyan bi kesên li ayînê re soxbet kirin.

Piştî waazan her kesî berê xwe da pişt dêrê û di destên wan de find diayên xwe kirin. Di nav diayan de bi taybetî jineke ermen ku bi kurdî diaxivî diaya xwe ji bo silametî û yekitîya Kurdistanê kirî bala min kişand.

Wek saetên dawiyê yên ayînê li ber derî bi belavkirina parîkên nan ên ku wek ‘Belavbkirin pîroz’ ango ‘Kutsal sunu’ tê binavkirinê, dewam kir. Belavkirina pariyên nan a li ber derî wek xwarina hz Îsa ya şeva dawî jî tê zanîn. Bi belavkirina parîkên nan jî ayîn bi dia û meşeke bi îkon û xeçê bi dawî bû.
Êdî bi dawiya ayînê me jî finda xwe pêxist û diaya kir û berê xwe careke din da navendê.

Li Dêra Ahtamarayê 12emîn ayîn hat li dar xistin
(WT/AY)





