Malbateke Kurd a li Taxa Încîlîpinar a navçeya Pamukkale ya Denîzliyê dijiya, rastî êrişa kesên nîjadperest hatiye. Li gorî agahiyan; kesê bi navê Hasan Akin serê sibehê saet di 07.30an de hate ber deriyê malbateke Kurd û êriş kiriye. Êrişkarê ku di destê wî de das hebûye, qêriyaye û gotiye: “Çi karê Kurdan li vê taxê heye? Ez ê we bikujim.” Êrişkarê ku çêr û heqaret li malbatê kiriye, piştre jî paceyên malbatê şikandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li ser vê yekê endamên malbatê li polîsan geriyane. Hatiye zanîn ku di vê navberê de êrişkar Akin bang li du hevalên xwe yên din jî kiriye û hewl dane bi dasê deriyê malê bişikînin û bikevin hundir.
Li endamên malbatê dane
Bi hatina polîsan re endamên malbatê bertek nîşanî êrişkar dane. Polîsan bi bombeyên xazê êrişî malbatê kiriye û 2 jin derb kirine. Polîsan 3 êrişkar û 3 endamên malbatê desteser kirine. Endamên malbatê di nezaretxaneyê de û êrişkar jî li baxçeyê emniyetê dane sekinandin.
Piştî demekê îfadeyên endamên malbatê girtine. Malbatê daye zanîn ku ew ji ber Kurdbûna xwe rastî êrişa nîjadperest hatine û dîmenên vê êrişê jî di destê wan de hene. Di vê navberê de polîsan ji endamên malbatê re gotiye; “Kurdbûyîna xwe têkelî vê meseleyê nekin, çi eleqeya wê heye.” Polîsan, îfadeyên endamên malbatê ku digotin ji ber Kurdbûna xwe rastî êrişa nîjadperest hatine derbasî girtekan nekirin.
Piştî kar û barên îfadeyê jî hem endamên malbata rastî êrişê hatibû û hem jî êrişkar hatine berdan.
Endamên malbatê ku par ji Manîsayê çûne Denîzliyê û nexwestine ji ber ewlehiyê navên xwe aşkera bikin, diyar kirine ku ji ber Kurdbûna wan şêniyên taxê wan li wê derê naxwazin û her tim rastî zextan tên. Malbatê, daye zanîn ku ew êrişkaran nas nakin û beriya niha jî rastî êrişeke bi vî rengî nehatine. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê