Fotograf: Yalçın Çelen - Denizli/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor zanyariya ku Rasatxaneya Kandîllîyê a Zanîngeha Bogazîçîyê û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê daye, li navçeya Bozkurtê ya Denîzlîyê bi lerza 5,7an erd hejiya ye.
Bixwîne - Li Egeyê bi lerza 4,8an erd hejiya ye
Erd hej di seet 14.25a de pêk hatiye û hatiye ragihandin ku 8 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye. Erdhejê bandora xwe li Antalya, Burdur û Ispartayê jî kiriye.
Dîsa li gorî daneyên Kandîllîyê, di seet 14.19an de li navçeya Denîzlîyê a Çardakê bi lerza 4,2an erd hejiya ye.
Li gorî agahiyên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) erdheja ku li Bozkûrtê çêbûye bi lerza 6,0an, ya ku li Çardakê çêbûye jî bi lerza 4,2an bûye.
Hasan Karahan, Waliyê Denizliyê gotiye ku li Bozkurtê dest bi tespîtkirina ziyanê kiriye.
Karahanî daxuyaniyek weşandiye û gotiye, erdheja ku pileya wê 6 bûye, bandoreke mezin li navçeyên Bozkurt û Baklanê kiriye.
Berna Ozturk, Midûra Tenduristiya Denizliyê jî gotiye, li herêma ku erdhej lê çêbûye, 5 kes rakirine nexweşxaneyan û tenduristiya wan baş e.
(EKN/FD/DD)
* Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandiye