Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Îro li 25em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ji Zanîngeha Trakyayê Alk. Doç. Dr. Mevlut Yaprak cara yekem, li 36em DCGyê S.A, cara pêncem, li 28em DCGyê ji Zanîngeha Anadolûyê Doç. Dr. Y.O. û ji Zanîngeha Wan 110. Yilê Doç. Dr. Eylem Kiliç Ogûrlû cara duyem derketin pêşberî dadgehê.
Li 25em DCGyê heyeta dadgehê biryar girt ku dadkirina dosyaya Mevlut Yaprakî ne di nava wezîfeyên dadgeha wan de ye û dosya şand Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê ya Nobedar.
Li 36em DCGyê berguman û parêzer beşdarî dadkirinê nebûn. Heyeta dadgehê biryar girt ku ew li bendî biryara Dadgeha Destûrî ya derbarê dosyayên akademisyenan de bimîne. Dadkirin wê di 1ê Çiriya Pêşiyê de berdewam bike.
Li 28em DCGyê dozgerî ji bo Y. O. û Eylem Kiliç Ogûrlûyê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” xwest ku li gorî hevoka 1em û 2yem a Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) werin cezakirin.
Y. O. û Ogûrlûyê û parêzera wan Merîç Eyuboglûyê daxwaz kir ku ji bo paraznameyên xwe amade bikin, heyeta dadgehê demê bide wan. Heyetê ev daxwaz qebûl kir û biryar girt ku dadkirin 15ê Çiriya Pêşiyê berdewam bike.
Akademîsyenên Aştîxwaz
Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandmeha rêxistinê" doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademîsyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademîsyenan salek û 6 meh; akademîsyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademîsyenan 2 sal û 6 meh; akademîsyenekî/ê 2 sal û mehek; akademîsyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademîsyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademîsyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê "propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademîsyen bi sûcê "Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301." bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(TP/FD)