Hefteya duyem û dawî ya COP31ê îro li Antalyayê dest pê kir. Li Antalyayê di dawiya hefteyê de du meş ji aliyê Lûtkeya Avhewayê ya Gelan û Foruma Edaletê ya Avhewayê ve hat li dar xistin.
Berpirsê Stratejiyên Polîtîk ê Tora Çalakiya Avhewayê ya Navneteweyî (CAN International) Jacobo Ocharan, diyar kir ku hefteya yekem a danûstandinan vala çûye û dibêje ku biryara banî (cover decision) ya ku Tirkiye ji bo serkeftina COPê girîngiya wê nîşan dide, berevajî vê yekê, faktoreke ku balê belav dike ye.

Roja dawî ya Lûtkeya Rêberan
Jacobo Ocharan dibêje: “Em difikirin ku hefteya yekem a COPê vala çûye ji ber ku em heta niha di metnên reşnivîsê yên danûstandinan de gelek astengiyan dibînin. Di demeke ku em li her derê bandorên tirsnak ên krîza avhewayê dibînin de, gotina ‘Dema me ya du hefteyan heye, ka em binêrin gelo em ê di hefteya duyem de karekî baştir bikin an na?’ ne nêzîkatiyeke rast e.”
Li gorî Ocharan, heke di mijarên Mekanîzmaya Derbasbûna Dadperwer an jî bi navê ku di civaka sivîl de tê bikaranîn BAM (Mekanîzmaya Belém-Antalyayê) û soza fînansmana avhewayê de pêşketin çênebe, gelekî zehmet e ku behsa serkeftina COPê bê kirin.

Tora Avhewayê: Di plana enerjiya neteweyî de sotemeniya fosîl û nûkleerî heye
Ocharan dibêje: “Ev her du biryar par hatibûn girtin û ji aliyê tîmên diyarkirî yên danûstandinan ve ev demeke dirêj bû dihatin gotûbêjkirin” û wiha berdewam dike:
“Em hêvî dikin ku çareserî û biryarên baş derxin holê ku ji bo mirov, civak û karkeran derbasbûneke dadperwer misoger bikin û derfetê bidin me ku em ji aboriyên îro yên sotemeniyên fosîl dûr bikevin. Em hêvî dikin ku li ser van armancan bingehekê, sozekê bi dest bixin. Ji xwe ev soz (salane 120 milyar dolar) jî tenê ji sedî 30ê rêjeyê ku ji bo fînansmana guncandinê pêwîst e pêk tîne û bi awayekî eşkere têrê nake.”
“Kesên ku biryara banî wekî amûreke belavkirina balê bi kar tînin hene”
Ocharan derbarê biryara banî ya ku Tirkiye jî li pişt disekine de van tiştan dibêje:
“Em temaşe dikin ku alî ber bi vê ‘biryara banî’ ya ku em hê jî nizanin armanca wê çi ye ve tên kaşkirin; bo nimûne, em dibînin ku şandeyên ji welatên biçûktir tên û hejmara wan kêm e, heta heman kesên ku divê bikevin heman odeyan jî nikarin werin cem hev. Her wiha şandeyên mezin hene ku stratejiyên xwe bi cih tînin û biryara banî wekî amûreke belavkirina balê bi kar tînin.”
Ocharan destnîşan kir ku li pêşiya fînansmana avhewayê ya ku di danûstandinên li Antalyayê de hêviya herî mezin a welatên di pêşketinê de ye, welatên dewlemend disekinin û diyar kir ku li gorî raporên NYyê rêjeya pêwîst 400 milyar dolar e, lê tevî vê yekê jî biryareke 120 milyar dolarî dikare wekî destpêkeke baş bê hesibandin.

Tevî akredîtasyonê jî çapemenî di Lûtkeya Rêberan a COP31ê de hat sînordarkirin
“Piştgirî ne bes in”
Ocharan her wiha difikire ku di mijara derbasbûna dadperwer ango adîl de, di bin banê Peymana Çarçove ya Guherîna Avhewayê ya NYyê (UNFCCC) de pêwîstî bi avakirina mekanîzmayekê heye ku destpêşxerî û kapasîteyên cuda bîne cem hev.
Ocharan got:
“Ji bo sektora kanên madenê ya ku ji derxistina komirê dûr dikeve an jî ji bo sektorên cuda û cureyên cuda yên karkeran piştgirî hene, lê ev têrê nakin, ji ber ku ji hev qut in.”
Li gorî Ocharan, pêwîstî bi mekanîzmayekê heye ku diyar bike ka kîjan qad nehatine vegirtin, balê bikişîne ser kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye û ne ku fonê bide, lê derfeta gihîştina fonan bide civakan.
Di reşnivîsa biryara banî de lihevkirin nîne
Reşnivîsa biryara banî ya ku Serokatiya COP31ê di 16ê Mijdarê de eşkere kir, li ser bingeha nêrînên ku welatan di danûstandinan de anîne ziman û pêşniyarên nivîskî yên ku pêşkêş kirine hat amadekirin. Metna ku hê lihevkirin li ser çênebûye, pêşniyarên ku hin welat piştgiriyê nadin wan jî dihewîne.
Serokatî diyar dike ku reşnivîs lihevkirinekê nîşan nade û armanc dike ku ji danûstandinan re bingehekê ava bike. Hemû mijar, di nav de ka dê kîjan madeyan di metnê de bimînin jî, ji danûstandinê re vekirî ne. Ji bo biryara dawî pêwîst e alî li hev bikin.
Di belgeyê de hin ji pêşniyarên ku welatan derbarê biryara banî de anîne ziman ev in:
Dûrketina ji sotemeniyên fosîl di sîstemên enerjiyê de û rakirina alîkariyên darayî (subvansiyon) yên bêkêr ên ji bo sotemeniyên fosîl.
Pêşketina ber bi derxistina fînansmana avhewayê ya salane bo 1,3 trîlyon dolarî û lezkirina gihîştina armanca 300 milyar dolarî.
Heta sala 2035an herî kêm sê qat zêdekirina fînansmana ku ji bo guncandina bi guherîna avhewayê re tê peydakirin.
Heta sala 2035an bilindkirina rêjeya elektrîfîkasyona cîhanî bo ji sedî 35an; zêdekirina veberhênanên enerjiya nûjenbar, karîgeriya enerjiyê, torên elektrîkê û depokirinê.
Sînordarkirina mezinahî û dema derbasbûna zêdebûna germahiya cîhanî ya ji 1,5 pileyan.
Bicihanîna berpirsiyariyên fînansmana avhewayê ji aliyê welatên pêşketî ve û pêşengiya wan di kêmkirina emîsyonan de.
(ÖG/VC/AY)




