Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan di saetên sibê de bi awayekî hemwext li navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever û Çelê bi ser gelek malan de girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirinan nehatiye zanîn. Dayîkên Aştiyê jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Parêzer Yûsûf Çobanoglû ragihandiye k udi serdegirtinên Geverê de ji 15î zêdetir Dayîkên Aştiyê hatine desteserkirin.
Welatiyên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Emniyeta Colemêrgê.
Navên hin kesên hatine desteserkirin weha ne:
"Faysal Açar, Saadettin Değirmenci, Basra Gor, Mehmet Sait Kaya, Ayhan Dayan, Suriye Bor, Emine Ozdel, Fatma Bulut, Hasret Ağrali, Hasfet Fendik, Hamail Vural, Hunaf Safali, Mahsuna Akın, Munire Bayram, Sabriye Ürek, Seher Karagöz, Süheyla Saygı, Zahferan Çagala, Zeynep Tokçu, İsmail Ertunç, Halime Yılmaz û Senia Geylan."
Li Edeneyê jî gelek kes hatine desteserkirin
Li Edeneyê di saetên sibê de polîsan bi ser gelek navnîşanan de girtine û gelek kes desteserkirine. Heta niha sedema desteserkirinê nehatiye zanîn û kesên desteserkirî birine Revbiriya Emniyeta Edeneyê.
Çar zarok serbest bûne
Di heman demê de Serdozgeriya Komarî ya Ceyhanê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de duh bi şev 4 jê zarok bi giştî 10 kes hatibûn desteserkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê 4 zarok hatine berdan. Karûbarê îfadegirtinê yê 6 kesên din ên li emniyetê didomin.
(NT/AY)