Pişti hilbijartina 31ê Adarê, careke din iradeye gelê Kurd ya ji sindoqan derket, nehat qebûlkirin û dewletê politîkayên bi qeyûman li dijî vê îradeyê pêk anî. Ji roja 3ê mehê ve hem li Colemêrgê hem jî li gelek bajarên din ên wek Mêrdîn, Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex û hwd gel li ber deriyê şaredariyan ji bo Colemêrgê nobetê digrin û banga xwedîderketina li îradeya gelé kurd dikin.
Di heman çerçoveyê de duh (13ê Hezîranê) di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê û pêkhateyên wê û Rêxistinên Sivîl ên Civakî li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê, bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” mîtîng pêk hat.
Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, Hevserokên DEM Partiyê yên Colemêrgê Humeyra Armût û Kadîr Şahîn, Endama MYK’a Halkevleriyê Sevînç Hocaogûllari, Endamê MYK’ê yê EMEP'ê Orhan Kûrûl, Endamê MYK’ê yê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr Tekîn, Endamê MYK'ê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Hidir Yildirim, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Berdevka Partiya Şoreşger a Sosyalîst (SODAP) û parlementera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû, Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş axaftin kirin.
Ji Amed heta îzmîrê…
Rojek beriye mitîngê me gelek rojnamegeran jî berê xwe da Colemêrgê. Êdî di roja dê mîtîng bê lidarxistin de, saet di 6ên şeveqê de nava bajêr tije bû. Ji Wan, Amed, Şirnex, Sêrt heta Mêrsîn, Kocaelî û îzmîrê her kesi berê xwe da kolanên Colemêrgê.Her wiha tevahiya hevserokên şaredariyên bajar û navçeyên Bakûr jî tev ji bo mitingê li vir bû.
Beriye saeta destpêkirina mitîngê
Heta saeta deestpêkirina mitîngê kesên dihatin li ber avahiya Colemêrgê a Dem Partiyê kom bûn. Bi govend, stran û sloganan her diçû girseya heyî mezin bû. Nezi saet 15:00 destpêkirina mitingê ji nava bajêr ber bi qada mitîngê ve 20 deqan di pêşengtiya dayikan de meşiyan. Dema ku meşvanan ji bo biçin qada mitîngê ango qada Newrozê ber bi çiyayê Simbil ve xwe berjêr kirin dîmenên pir bi wate jî derketin holê.
Dema bi hezaran gel ketin qada mitingê pankartên “Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin”, “Ji qeyûm re na, ji xespê re na”, “Dest nede vîna min, şaredarî yên gel in”, “Ne qeyûm ne tecrîd, azadî ji bo gelê kurd” û “Qeyûm talan e, em rê nadin xesp ê” ber çavên wan ketin.
Banga xwedî derketina li îradeyê
Di mîtînga ku li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê pêk hatiye, banga xwedî derketian li îradeya gel hat kirin. Partiyên cuda û rêxistinên civaka sivîl tevli mîtîngê bûn û jinan bi cil û bergên gelerî li qadê bûn. Kesên di mîtîngê de axivîn diyar kirin ku wê li dijî zextan serî netewînin û berxwe bidin.
Peyama hevşaredarê girtî
Hevşeradarê girtî Mehmet Siddik jî ji girtîgehê peyama; ‘Berdela wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin’ şand. Dema ku peyama wî hat xwendin ji qada mitingê dengê çepikan bilind bû.