Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Colemêrgê, li herêma Avaşînê di navbera PKKiyan û hêzên ewlehiyê yên fermî yên Tirkiyeyê de şer û pevçûn derketiye. Di encamê de leşkerek miriye.
Walîtiya Colemêrgê aşkere kiriye ku kesê miriya çawîşê pispor ê piyade Zekeriya Zencirlî ye.
Li herêmê operasyona leşkerî dest pê kiriye ku hêzên hewayî jî piştgiriyê didin operasyonê.
Duh jî li navçeya Geverê di encama guleberana PKKiyan de leşkerek miribû. Walîtiya Colemêrgê diyar kiribû ku li herêma Alanduzuyê PKKiyan gule bera dane û leşkerek miriye.
(EKN/FD)
* Fotograf: AA