Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Colemêrgê di çarçoveya Yaseya Rewşa Awarte de li navenda bajêr û navçeyan hemû çalakî qedexekirin. Biryar ji bo 30 rojan hatiye wergirtin û wê îro dest pê bike, di 2yê Kanûna Paşiyê ya 2018yê de biqede.
Walîtiyê biryar girt ku ji bo bernameyan jî destûr bê standin û îro di malpera xwe ya fermî de aşkere kir ku biryar beriya niha bi sê rojan (3yê Kanûna Pêşiyê) hatiye standin.
Di heman biryarê de hatiye diyarkirin ku ji 21ê Tîrmehê ay 2016yê heta niha Rewşa Awarte her ji sê mehan carekê hatiye dirêjkirin.
Xalên Yasaya Rewşa Awarte hatiye bibîrxistin
Walîtiyê di biryara xwe ya qedexeyê de benda (m)yê ya xala 11emîn a Yasaya Rewşa Awarte hejmar 2935ê û benda (c)yê ya xala 14emîn a heman yasayê bi bîr xistiye û gotiye ku ji bo destûra hemû civîn, meş û bernameyên weke wan walîtiyên herêmî hatine erkdarkirin û di vê çarçoveyê de biryara qedexeyê ji bo 30 rojan standiye. (AS/FD)