Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û gundikan hatiye girtin.
Li Colelêrg û navçeyên wê ji şevê din ve berf dibare û bandor li çûn û hatinê kiriye.
Ji ber berfa zêde li Navenda Colemêrgê rêya 21 gund û 47 gundikan, li Navçeya Şemzînanê rêya 18 gund û 69 gundikan û li Navçeya Geverê rêya 57 gund û 77 gundikan hatiye girtin.
Her weha bi giştî rêya 289 gund û gundikan hatiye girtin.
Xebatên vekirina rê ji aliyê ekîbên peywendîdar ve hatiye destpêkirin. (AY)