Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku li seranserê bajêr meşên xwenîşandanê, civînên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û yên weke wan, heta 15 rojan qedexe kirine.
Biryara qedexeya çalakiyan îro destpê kiriye û wê heta 5ê Tîrmaha 2023an saet 23.59 deqîqeyan dewam bike. Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ev biryar weşandiye û bi van gotinan sedema qedexeyê ragihandiye: “Ji bo ewlehiya netewî, rêk û pakiya civakê, pêşî li sûcan bigirin, maf û azadiyên kesên din biparêzin, tenduristiya giştî biparêzin, pêşî li belavbûna koronavîrusê bigirin û nehêlin provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî pêk werin."
Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.(AS/AY)