Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Çukurcaya navçeya Hekariyê di dema perwerdehiya gule berdanê da qeza qewimî.
Hat gotin ku di encama qezayê de du esker mirin û 2 jî birîndar bûn. Leşkerên mirine Tolga Kaplan û Sait Miyandedi ne ku leşkerên bipeyman bûne.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî de hat diyarkirin ku di 15ê Kanûna Paşiye ya 2020an de du leşker mirine û 2 jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar demildest rakirine nexweşxaneyê û li wir dest bi dermankirina wan kirine. (TP/FD)
Fotograf: AA