Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Colemêrgê di saetên sibê de di serdegirtinên malan de herî kêm 30 kes hatine desteserkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama serdegirtinan malan de yên navenda Colemêrgê, Gever û Şemzînanê herî kêm 30 kes hatine desteserkirin. Hatiye zanîn ku kesên desteserkirî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin û niha li midûriyetên navçe û navendê tên ragirtin.
Navên hinek kesên hatine desteserkirin wiha ne: Omer Çîtak, Rojbîn Şahînoglu, Yusuf Şahînoglu, Ferhat Toregûn, Remziye Ûrgûn, Bedran Ogmen, Bedran Ozdel, Vedat Dogan, Bariş Kameri, Musa Yigit, Naif Beyter, Bunyamin Seven, Gokhan Aksû, Fatma Yîgît,. Helîn Yîgît, Ferdî Guneylî, Mehmet Erbaş, Fatîh Akbaş, Fîkret Sayin, Mehmet Seven, Agit Kaya, Serhat Kurt, Fatîh Kurt û Îzzet Akdogan.
Di hilbijartina serokomariyê de namzetê Tifaqa Milletparêz Kemal Kiliçdaroglu li Colemêrgê bi ji sedî 72,32 dengan bûbû yekemîn; Namzedê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayyîp Erdogan bi ji sedî 24,64 dengan bûbû duyemîn.(NT/AY)